Sibat 10, 2019 18:29 Asia/Tehran
  •  Berbijara hilbijartinên 2020`an ên Emerîkayê: Beşar Esed ne dijminê me ye

Berbijara hilbijartinên 2020`an ên Emerîkayê got: Serokkomarê Sûriyê ne dijminê Emerîkayê ye û divê Waşengton dev ji şerên bê wate berde.

Tolsî Gabard, parlemantera Demokrat a Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê ku vê dawiyê berbijartiya xwe bo hilbijartinên srokkomariya 2020`an ên vî welatî raghandiye, li hevpeyvîna  bi kanala  MSNBC yê re bal kişand  ser hevdîtina  du salan berî niha ya xwe bi Beşar Esed serokkomarê Sûriyê û re û got: Ne Esed dijminê Emerîkayê ye û ne jî Sûriye gefeke rasterast li dijî Emerîkayê ye.

Gabardê destnîşan kir: Hûn dikarin her cure ku dixwezin Esed li hember Emerîkayê wesif bikin lê xala giring eva ye ku  çi Sûriye be çi  welatên din,em divê berjewendiyên  welatan  li dijî berjewendiyên xwe yan li gor berjewendiyên xwe berçav bigrin.

 Sefera Gabardê di Çilla 2017`an  bo Şamê û hevdîtina wî bi Beşar Esed re, bû sedema berteka medya û siyasetvanên  emerîkî li dijî vê endama Kongirê.

Dewleta Emerîkayê li heft salan hizûra xwe ya neqanûnî û piştgiriya ji terorîstan li Sûriyê nekarî bighêje armanca xwe ya sernixûnkirina  dewleta qanûnî ya Beşar Esed heta ku Donald Trump serojkkomarê vî welatî Kanûna  2018an bi vê mehnê ku DAIŞ li Sûriyê işkest xwariye raghand ku dê du hezar hêzên emerîkî ji axa Sûriyê derxîne.