Sibat 10, 2019 12:56 Asia/Tehran
  • Alîkara Madoro: Alîkarîya mirovdostîyê ya Amerîkayê destpêka destwerdana leşkerî li Vênêzoelayê ye

Alîkara Serokomarê Vênêzoelayê got: Alîkarîya qaşo mirovdostîyê ya Waşîngtonê rûvekî û destpêkek ji bo destwerdana leşkerî ye.

Alîkara Serokomarê Vênêzoelayê Delcy Rodríguezê di hevpeyvîna digel Kanala Rusia Todayê de pêgirî kir ku Waşîngton rewşa rastî ya li Vênêzoelayê berovajî nîşanm dide lê, ev welata tevî pirsgirêkên civakî û aborî hewcedarê alîkarîyên ji derve nîne.

Wê herwiha got ku alîkarîya mirovdostîyê dereweke mezin ji hêla Amerîkayê va ye ji ber ku pirsgirêkên civakî yên Vênêzoelayê encama wê dorpêça aborî ye ku Amerîkayê sepandîye.

Alîkara Serokomarê Vênêzoelayê Delcy Rodríguezê herwiha got: Tişta ku vênêzoelayî hewcedarê wê ne gotûbêja di navbera dewlet û neyaran da ye ku Amerîka vê yekê asteng dike.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hefteya buhurî idia kir ku Artêşa Vênêzoelayê bi girêdana cadeyên ber bi vî welatî pêşîya şandina alîkarîyên mirovdostîyê digire.

Rayedarekî Qesra Sipî jî aşkira kir ku Amerîka dewreke din a boykotan dijî Vênêzoelayê amade dike û hevgavê vê yekê têkilîyên rasterast bi rayedarên Artêşa vî welatî ra danîne û xwestîye ku ew pişta Rêberê Neyarên vênêzoêlayî Juan Guaidó bigirin.

Di vî halî da hin çavkanîyên nûçan ên wekî Reutersê ragihandin ku Şirketa Niftê ya Dewleta Vênêzoêlayê (PDVSA) ku vê dawîyê ketîye ber boykotên Amerîkayê, derhatên xwe yên niftê di hesabeke nûvekirî ya xwe li Banka GassPorum a Ûrsêtê da zimhêr dike.