Sibat 09, 2019 11:50 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Guwaydo ji êrîşa Amerîkayê ser Vinêzoêlayê

Rêberê dijberên ser bi Amerîkayê li Vinêzoêlayê ragihand ku heke pêwîst bike amade ye ku îzna êrîşa leşkerî ya Amerîkayê ser welatê xwe jibo hilweşandina dewleta Madûro bide.

Xuwan Guwaydo (Juan Guaido) roja Îniyê li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Fransayê ra mijara destwerdana leşkerî ya Amerîkayê red nekir û got ku made ye heke pêwîst bike jibo neçarkirina Nîkolas Madûroyê serokomarê Vinêzoêlayê jibo destkişandina ji desthilatdariyê, jibo êrîşa leşkerî ya Amerîkayê îznê bide.

Guwaydo armanca vî karî bidawîanîna qeyranê li Vinêzoêlayê da zanîn.

Ev di rewşekê da ye ku qeyrana nû li Vinêzoêlayê demekê dest pê bû ku Guwaydo roja 23ê Çileyê bi piştevaniya aşkira ya Amerîka û hevpeymanên wî welatî, xwe wek serokomarê Vinêzoêlayê binav kir; Karê ku dewleta vî welatî ew wek darbeya dijî Nîkolas Madûroyê serokomarê hilbijartî yê gel da zanîn.

Li pey vî karê Guwaydo, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê jî vê dawiyê ragihandiye ku jibo sekinîna li hemberî Madûro, bijardeya destwerdana artêşa Amerîkayê jî berçav girtiye.

Tevî piştgiriya Amerîkayê ji Guwaydo, welatin mîna Çîn, Mêkzîk, Rûsiye, Tirkiye û Îranê piştevaniya xwe ji dewlet û serokomarê qanûnî yê Vinêzoêlayê ragihandine.