Çile 23, 2019 11:41 Asia/Tehran
  • Balyozê Rûsiyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY): Civîna dijî Îranê li Wersawê ewlehiya navçeyê têk dibe

Nûnerê Hertimî yê Rûsiyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) civîna Wersawê Komcivîneka dijî Îranê da zanîn û ragihand ku ev civîn ewlehiya navçeyê ji nav dibe.

Nûnerê Hertimî yê Rûsiyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), wasîlî Nebenziya roja Sêşemiyê li hevpeyivîna digel ÎRNA'yê (IRNA) bi gotina vê yekê ku welatê wî dê beşdarî civîna Wersawa Polonyayê nebe, destnîşan kir ku ev civîn nêrîneka yekalî dişopîne.

Nûnerê Hertimî yê Rûsiyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: Moskovayê hin agahî hene ku nîşan didin hin welat jibo beşdariya li vê civînê hatine neçarkirin.

nerbenziya tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Îran yek ji welatên herî girîng û mezin li navçeyê ye, bi bîr xist ku bidestxistina ewlehiya mayînde li navçeyê dê bi saaya nêrîna çenalî û hevkariya navneteweyî pêkan be.

Nûnerê Hertimî yê Rûsiyayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha got: ;îmariya rasteqîn a ewlehiyê jibo navçeyê bêyî çareserkirina kêşeya Filistînê ne pêkan e û ev mijar divê bi awayekî cddîtir ji mijarên sereke li siyasetên welatên navçey be.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Îniyê, 11ê Çileya 2019an qala bernameya Waşîngtonê jibo lidarxistina civîneka dijî Îranê li Wersawa (Werşo) paytexta Polonyayê di rojên 13 û 14ê Sibata 2019an da kir.

Ev kar hevtûşê hewildanên kirêt û qirêj ên Amerîkayê di mehên dawî da jibo berbelavkirina Siyaseta Pêkanîna Tirsa ji Îranê (Iranophobia) ye.

Komara Îslamî ya Îranê roleka girîng di warê sekinîna li hemberî Komplo û kiryarên bereya amerîkî-siyonîstî li navçeyê heye.