Çile 14, 2019 08:36 Asia/Tehran
  • Amerîkayê sênaryoya piştgirîya Îranê ji têrorîsmê dubare kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê careka din Komara Islamî ya Îranê piştgirê têrorîsmê bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li gotûbêja digel kanala CBS NEWS`ê de nêrînên xwe derbarê Îran û Sûrîyê de şirove kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê pêgirî li ser sekinîna li hemberî xetera Îranê kir û got ku hewildanên Waşîngtonê ji bo sekinîna li hemberî gefa têrorîsmê ya ji hêla Îranê va ne.

Pompeo li pişkeke wê hevpeyvînê di bersiva pirsekê têkildarê plana vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê da jî got ku nêzî 2 hezar hêzên amerîkî niha li Sûrîyê ne ku yê derkevin û ew niha mijûlê derketinê ne.

Amerîka di halekî da Îranê bi piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar dike ku Îran xwe gorîyê herî mezin ê têrorîsmê ye.

Di encama êrişên têrorîstî yên Munafiqîn, Al Qaide û DAIŞ`ê da 17 hezar welatîyên îranî bûne gorî.