Çile 14, 2019 08:01 Asia/Tehran
  • Trump gef li Tirkîyê xwar

Serokomarê Amerîkayê gef li Tirkîyê xwar ku heke êrişî kurdên bakura Sûrîyê bike, Waşîngton dê aborîya Enqerê têk bibe.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di peyameke bi rêya tiwwterê da bal kişand ser gefxwarina dijî Enqerê ji ber ihtimala êrişa ser kurdên bakura Sûrîyê û got: Nabe Tirkîye êrişî kurdan bike.

Serokomarê Amerîkayê herwiha pêgirî li ser vekişîna hêzên amerîkî ji Sûrîyê kir û got ku nika dema vegerandina eskerên amerîkî bo welêt e.