Çile 12, 2019 16:38 Asia/Tehran
  • Li Parîsê Teqîn

Di encama teqîna nanpêjxaneyekê li navenda Parîsê de ji ber belavbûna gazê, herîkêm 20 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, ev teqîna ji ber belavbûna gazê bûye û di encamê de çend trombîl serûbin bûn û derbe li wan ket.

Şahidên bûyerê gotine, berî ku hêzên hawargîhandinê bigihîjin, ji malên li ser nanpêjxanê dengê qêrîn û hewarê bihîstine. Hêzên agirvemirandinê, kesên birîndar ji avahiyê derxistine û xelkê din jî ji avahiyê derxistine.

Di deqîqeyên destpêkê yên bûyerê da, hin çavkaniyan hejmara birîndarên bûyera teqîna li Parîsê nêzî 20 kes ragihandin. Wezîrê karên hundur ê Fransayê jî ev nûçeya piştrast kir û herwiha got: Muhtemel e hejmara goriyan zêde jî bibe.