Çile 12, 2019 16:08 Asia/Tehran
  • Amadetiya polîsê Fransayê ji bo sekinîna li hember nerizamendiyên Êlegzeran

Hêzên polîsê Fransayê ji bo sekinîn ali hember nerizamendiyên Êlegzeran di rewşa amadetiyê da ne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, Édouard Philippe (Êdvard Fîlîp), serokwezîrê Fransayê, ji amadetiya 80 hezar polîsên vî welatî ji bo sekinîna li hember xwenîşandana Êlegzeran agahî da.

Li gorî vê raporê, Derdora pênc hezar polîsî dê berpirsyariya dabînkirina serûberiya li Parîzê bidine ser milê xwe.

Êlegzeran dil nehe nehemîn hefteya xwenîşandana xwe li seranserî Fransayê bidomînin.

Anegorî pêşbîniya wezareta karên hundur a Fransayê, zêde ji 50 hezar kes dê li xwenîşandana Parîsê û navçeyên derdora wê beşdar bibin.

Xwenîşandana Tevgera Êlegzeran, Mijdara 2018`an li Fransayê û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember bernameyên aborî yên dewleta vî welatî bona zêdekirina xeraca ardûyê destpê bûye.

Polîsê Fransayê heya niha mirina 10 kesan di encama van xwenîşandanan de piştrast kiriye.