Çile 12, 2019 07:37 Asia/Tehran
  • Zaxarova: YE`yê derbarê Rêketinama Atomî ya digel Îranê di piratîkê da serkevtî nebûye

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê ragihand ku YE`yê di imtihana serxwebûna derheq cihanîna Rêketinama Atomî ya digel Îranê da serkevtî nebûye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsîyê Marîya Zaxarovayê şeva çûyî wekî berteka li hemberî derengmayîna YE`yê di warê cihanîna mêkanîzma fînansî ya taybet ticareta bi Îranê ra (SPV) got: Ewrûpa ji ber ku di sîyaseta derve de serbixwe nîne, di imtihana cihanîna Rêketinama Atomî ya digel Îranê da serkevtî nebûye.

Zaxarovayê bi gotina vê yekê ku Moskowê li muzakirên Brukselê yên digel welatên endamê YE`yê bi caran pêgirî li ser kivşkirin û bikaranîna sîstema fînansî ya SPV`yê kirîye, dîyar kir: Ya baş ew e ku YE`yê di asta navnetewî da roleke serbixwe hebe.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê pêgirî kir ku Rêketinama Atomî ya digel Îranê ne tenê danuistandineke ticarî ya dualî ye belkî rêketinameyeke çendalî ye ku Konseya Ewlehîyê ya NY ew erê kirîye û belgeyek e ku divê wer cihanînê û got: Moskow dê hewildanên ji bo parastina vê rêketinama navnetewî bidomîne.