Çile 11, 2019 13:19 Asia/Tehran
  • Dewra dudiyan a Serokomariya Maduro li Venezuelayê

Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro ji bo cara duyem sonda wezîfedariyê li posta serokomariya vî welatî xwar û dewra duyem a serokomariya xwe bi fermî da despêkirin.

Li gor nûçeya Reutersê, Nicolas Maduro ku ji sala 2013  ji bo cara yekem bû serokomarê Venezuelayê,  ji bo cara duyem jî li sala 2018 ji bo serokomariya vî welatî hat bijartin.

Tevî dijberî û zext û zorên zav ji aliyê Amerîkayê û hevpeymanên wê li Amerîkaya Latîn ser Maduro, merasima sondxwarina wî duh pêk hat û wî ji bo cara duyem bi fermî serokomariya xwe da despêkirin.

Hevdemê vê merasimê hikûmeta Amerîkayê maduro tawanbar kir ku ew zilamekî serdestxwaz e û bi sextekariya li hilbijartinan dîsa xwe wek serokomarê Venezuelayê daye sepandin û ji ber vê yekê serokomariya wî bi fermî qebûl nake.

Li vê navberê de hikûmeta Venezuelayê diyar kiriye ku mesela serokomariyê di vî welatî de meseleyeke navxweyî ye û heqê mudaxileya biyaniyan tê de tineye.