Çile 11, 2019 11:16 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna karmendên amerîkî ji ber betlaneya hikûmetê

Bi derbasbûna sê hefteyan ser betlaneya dewleta Amerîkayê bi sedan karmend û kedkarên vî welatî ji bo protestokirina vê biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump li Waşîngtonê xwenîşandan li dar xistin.

Li gor nûçeya Reutersê, bi sedan karmend û kedkarên hikûmeta Amerîkayê ji ber betlaneya vê hikûmetê bê kar û şixul mane û mûçe û meaşê nastînin vêca wan ji bo protestokirina vê rewşê ku ji ber biryara serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya girêdana hikûmetê pêk hatiye, duh li Waşîngtonê xwenîşandan li dar xistin û bi slogana `Em dixwazin bişixulin` ber bi Koşka Sipî çûn.

Eva sê heftene ku Trump fermana  jikarxistina beşek ji hikûmetê daye loma karmend û kedkaran ku niha meaşê nastînin sloganên wekî `Trump, Jikarxistina Hikûmetê bidawî bîne`, `Hikûmetê dîsa bikar xîne` û `Bihêle em herin ser karê xwe`.

Serokê Amerîkayê Trump bi Demokratên Kongreyê ser bûdceya çêkirina dîwarê navbir li ser sînorê hevpar ê Amerîka û Mekzîkayê ku xerca wê 5 milyard û 700 milyon dolar e li hev nekirin û wî ji roja 20 Kanûna 2018 biryara Jikarxistina beşek ji hikûmetê da û diyar kir ku heya dema ku Kongre bûdceya çêkirina vî dîwarî nepejirîne ew ê hikûmetê girê de heta eger çend meh an çend salan jî bikişîne. Her ji ber vê biryarê nêzîkî 800 hezar karmen û kedkarên hikûmetê bê şixul û kar mane.