Çile 11, 2019 10:47 Asia/Tehran
  • Balafireke leşkerî ya Fransayê ket xwarê

Wezareta Berevaniya Fransayê ragehand ku balafireke wan ji corê "Mirage-2000" li rojhilatê Fransayê ket xwarê û her du pîlotên wê canê xwe ji dest dan.

Wezareta Berevaniya Fransayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragehand ku duh êvarê balafireke wan ji corê "Mirage-2000" li rojhilatê wî welatî ket xwarê, di encam de herdu pîlotên wê Baptiste Chiroe û Audrey Mishelon canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya wezareta Berevaniya Fransayê duh balfiran wan li ser radarê li navçeyên çiyayî li rojhilatê Fransayê winda bû û îro perçeyên wê hatin dîtin.