Gireva kedkarên ewlehiyê li balefirgehên Almanyayê
Piştî gireva kedkarên ewlehiyê, zêde ji 640 firîn li balefirgehên curbicure Almanyayê hatine îbtalkirin.
Li gorî rapora Reuters`ê, gireva kedkarên ewlehiyê li hin balefirgehên Almanyayê bona protestokirina rewşa miaşan roja Pêncşemiyê, bû sedema îbtalbûna zêde ji 640 firînên balefirgehên bajarên Doseldorf, Koln û Êştotgartê.
Balefirgehên Almanyayê raghandin: "Ji 1054 firînan zêde ji 643 firîn heya niha hatine îbtalkirin".
Ev sê balefirgeh bi awayekî navendî zêde ji 115 hezar rêwiyên xwe hene.
Yekitiya beşa giştî ya Almanyayê nasiyar bi Werdiyê jî raghandiye ku bi nûnertiya ji 23 hezar kesên kedkar li beşa ewlehiyê ya balefirgehên Almanyayê li halê muzakira bo zêdekirina miaşê ye.
Vê yekitiyê daxwaza zêdekirina miaşê bi qasî 20 Euroyê li sietekê kiriye.
Ev muzakire biryar e 23 Çillê bên destpêkirin.
Gireva kedkarên ewlehiyê roja duşemiya vê heftiyê jî bibû sedema îbtalbûn an paşdeketina firînan li balefirgehên Tegl û Şuwên Fêlda Berlînê.