Çile 09, 2019 21:24 Asia/Tehran
  •  Trêza Mêy: Em ê di 29`ê Adarê de ji Yekitiya Ewrûpayê derkevin

Serokwezîra Brîtanyayê îro tevî paşdexistina Brexitê destnîşan kir ku elatê wê dê 29 Adarê ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Trêza Mêy serokwezîra Brîtanyayê îro çarşemiyî got ku  welatê wî roja 29 Adarê ji Yekitiya  Ewrûpayê derkeve.

 Li gorî rapora Reuters`ê, serokwezîra Brîtanyayê cardinê paşdeketina derketina welatê xwe ji Yekitiya Ewrûpayê red kir.

 Duh sêşemiyê rojnama  inglzî ya Telegrafê ji zarê sê çavkaniyên  ewrûpî ku navê wê nehat eşkerekirin, nivîsîbû ku rayedarên  ewrûpî li halê hilkolandina çawaniya dirêjkirina dewra dema cihanîna  xala 50 peymana Lîsbonê ne.

 Lê  Îstefan Barklî wezîrê brexitê yê vî welatî teqez kir ku London tim  dil heye  da ku  di dema kivşkirî ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve û qet li dû dirêjkirina vê moletê nîne.

 Li gorî qanûnên Yekitiya Ewrûpayê, du salan piştî cihanîna xala 50` an a peymana  Lîsbonê, Brîtanya divê ji Yekitiya Ewrûpayê derkeve lê ger endamên yekitiyê li hev bikin ev dîroka dikare  biguhere û  moleta dawiyê ya  Brexitê paşde bikeve.