Çile 09, 2019 21:23 Asia/Tehran
  •  Pompêo: Emerîka di warê derketina ji Sûriyê de cidî ye

Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê li hevdîtina Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê qala dewama derketina eskerên welatê xwe ji Sûriyê bi awayekî hêdî hêdî û plankirî kir.

 Li gorî rapora  IRNA`yê, Pompêo li sefera ropja çarşemiyê bo Bexdayê, piştî hevdîtina bi Berhem Salih serokkomarê Iraqê çû serdana Adil Ebdulmehdî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên vî welatî.

 Li gor daxûyaniya  serokwezîrtiya Iraqê Ebdulmehdî li vê hevdîtinê ser giringiya peywedniyên dualî bi taybet li warê rawestana  li ber koma terorîstî ya DAIŞ`ê û her wiha hevkariya  li beşa enerjî û aboriyê sekinî.

 Ebdulmehdî teqez kir ku Iraq welatekî demokratîk û bi awayekî berbiçav li halê guherînê ye û ser aramiya navçê û peywendiya bi welatên  erebî û dost û hemî welatên cîran re disekine.

 Li vê hevdîtinê her wiha  mijara derketina eskerên Emerîkayê ji Sûriyê hat hilêxistin ku Pompêo  diyar kir Waşengton li bara derxistina  hêdî hêdî û plankirî  ya eskerên xwe  ji Sûriyê û bi hevkarî û hewahengiya  bi Iraqê re cidî ye.