Kanûn 16, 2018 20:08 Asia/Tehran
  •  Amadetiya Viladîmîr Pûtîn bona muzakira bi Donald Trump re

Berdevkê koşka Kirimlînê li bara amadetiya serokkomarê Rûsiyê bona muzakira bi hevtayê wî yê emerîkî re agahî da.

 Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasê, Dîmîtrî Peskov, berdevkê koşka Krimlînê roja yekşemiyê raghand ku Viladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê amadeyî muzakira bi Donald Trump serokomarê Emerîkayê bona hilkolandina meselên pêwîst û demlidest ji wan ewlehiya stratejîk e.

  Dîmîtrî Peskov her wiha got: Moskowa tim bawer e ku  hevdîtina  rayedarên her du welatan li asta  wekhev  bo her du aliyan kêrhatî be.

 Pêştir Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya serokkomarê Emerîkayê raghandibû heya dema ku mesela deryaya reş û rawestandina  gemiyên Ûkraynî ji aliyê Rûsiyê çareser nebe  dê hevdîtina navbera Trump û Pûtîn cih neyê.

Dîmîtrî Pêskof, berdevkê koşka Kirimlînê  li vê barê got  ku  helwesteke wisa nikare  hegerk bona binpêkirin û îbtalkirina  mesela hilkolandina û şopandina qanûnî ya meselên têkildarê  binpêkirên  herêma sîniorî ya  Rûsiyê be.

 Nakokiya navbera Rûsiyê û Ûkraynê ku ji sala 2014an  ji ber zêdekirna  Kêrîmê ser Rûsiyê destpê bû û bi derbasbûna  gemiyên  ûkraynî bo avên  Rûsiyê li 25 Mijdarê zêde bû.

 Rûsan raghandin ku gemiyên  okraynî bêyî berçavgirtina hişyariyên hêzên  sînorvaniyê  derbasî avên  Rûsiyê bûne û piştî gulleavêtinê her sê gemî hatine rawestandin û melevanên wan jî hatine desteserkirin.