Kanûn 12, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Pompêoyî Îran û 12 welatên din bi sûcê Binpêkirina Azadiyên Mezhebî tawanbar kirin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Sêşemiyê bi daxûyaniyekê Îran, Çîn, Rûsiye û 10 welatên din bi sûcê Binpêkirina azadiyên mezhebî tawanbar kirin.

Li gorî rapora Al Alamê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo li daxûyaniya xwe navê Îran, Çîn, Koreya Bakur, Pakistan, Sûdan, Tacîkistan û Tirkmenistan, Miyanmar, Êrître û Erebistana Siûdî, wek welatên ku azadiyên mezhebî bi awayê Sîstimatîk binpê dikin, aniye.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê her wiha li vê daxûyaniyê, Komor, Rsûiye û Ozbekistan  daniye nav lîsteya taybet a çavdêriya li ser welatên ku azadiyên mezhebî bi giranî binpêkirine an kiryarek jibo pêşîlêgirtina ji wê yekê pêk neanîne.

Pêmpêo li vê daxûyaniyê îdia kir ku xurtkirina vê cûreya azadiyê ji mijarên sereke yên dewleta Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li warê siyasetên derveyî ye.

Karê Wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê danîna navê Îranê di nav lîsteya welatên binpkerê Azadiyên Mezhebî li halekî ye ku kêmîneyên mezhebî li Îranê ji billî viya ku wekî misilmanan li civaka îslamî ya Îranê xwedan mafên beranber in, li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê jî nûnera wan heye.

Raporên Amerîkayê yên li warê Mafên Mirovan hertim ji ber nasnekirina rêbazên dusut, berxwegirtina pîvanên ducûre, xerez û berçavnegirtina xala bêalîtiyê, berçavnegirtina çand û deb û rismên xwecihî û şêwaza jiyana civatên din û destwerdana li karên navxweyî yên welatan, ketine ber rexneya welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên çalak li warê mafên mirovan.