Kanûn 12, 2018 08:08 Asia/Tehran
  • Gotrêş: Bila aliyên navçeyî û navneteweyî dewama Lihevkirina Atomî misoger bikin

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li şeşemîn rapora têkildarî cihanîna Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê, careka din lihevkirina Atomî wek destkefta herî girîng a Dîplomasiya çendalî da zanîn û ji aliyên nav=çeyî û navneteweyî xwest ku dewama vê lihevkirinê misoger bikin.

Li gorî rapora Sêşemiyê bi şev a IRNAyê, Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş li vê raporê ku biryar e li civîna roja Çarşemiyê ya Konseya Ewlehiyê were hilêxistin, tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Lihevkirina Atomî ji aliyê vê konseyê va di biryarnameya 2231ê da hatiye erêkirin, got: Ev lihevkirina navneteweyî jibo parastina tenahiya cîhanê pêwîst e.

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li vê raporê her wiha j sozdariya Îranê derheqê Lihevkirina Atomî pêşwazî kir.

Gotrêş derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî û dûhatên piştî wê  ji wan sepandina dubare ya boykotên atomî ku di encama Lihevkirina Atomî da hatibûn rakirin jî wek kêşeyek li ser riya vê lihevkirinê da zanîn.

Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) tevî pêgiirya li ser vê yekê ku derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî û sepandina ducarî ya boykotan li dijî Îranê, rê li ber serêxwegirtina armancên Lihevkirina Atomî digire, got: Biryarnameya 2231ê ji tevahiya welatên endamê NY dixwaze ku pişta Lihevkirina Atomî bigirin û xwe ji her karê ku vê lihevkirin lawaz dike, dûr bikin.

Gotrêş di vê raporê da her wiha ji dahêneriyên hilêxistî li civîna vê dawiyê ya Komîsiyona hevpar a Lihevkirina Atomî li Vyenê (6ê Çileyê) jibo pêkanîna sazûkara malî ya taybet jibo pêwendiyên ticarî û abûrî ya rewa digel Îranê bi berçavgirtina naveroka tam a Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê pêşwazî kir û ji hemî terefan xwest ku wê cih bînin.

Li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê, Sikritirê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) divê her şeş mehan carekê raporekê ji pêvajoya cihanîna Lihevkirina Atomî bide vê konseyê,.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand. Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Dora yekem a van boykotan ji roja 7ê Tebaxa 2018an va dest pê bû; Dora duyem jî ji roja 5ê Mijdara 2018an va kete qada cihanînê.