Kanûn 08, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Sûdwergirtina siyasî ya Trump ji xwenîşandana gelê Fransayê

Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku xwenîşandana gelê Fransayê bi nîşana nerazîtiya li hemberî pergala Kapîtalîsmê, di rastiyê da ji bo piştevaniy6a ji siyasetên wî yên derbarê Jîngehê ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Şemiyê li peyamekê ku li ser Twittera xwe weşand, ragihand ku Lihevkirina Rewşa Hewayê ya Parîsê ji bo Frasnayê baş nexebitî û nerazîtî û alozî li vî welatî berfireh bûye.

Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku gelê Fransayê li dijî parastina Jîngejhê ne û mîna amerîkiyan Trump dixwazin.

Ev îdiaya Trump di rewşekê da tê hilêxistin ku encamên rapirsînan nîşan dide ku  nerazîtiya ji xebata wî li Amerîkayê gihîştiye asta herî jorîn.

Berovajiya îdiaya Trump, xwenîşandana gelê Frasnayê bi navê Tevgera Êlekzeran bi nîşana nerazîtiya li hemberî karê dewleta Fransayê ya zêdekirina bac û xeraca li ser bihayê ardûyê û dijayetiya tev pergala sermayedariyê pêk hatiye.

Kiryara Trump a derxistina Amerîkayê ji Peymana Rewşa Hewayê ya Parîsê di sala 2017an da tûşî gellek rexneyên navxweyî û derveyî bûye.

Xwenîşandana li Fransayê ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifa zêde li ser bihayê sotemeniyê dest pê bû; Lê piştra nerazîtîya li hemberî zêdebûna xercên jiyanê û bi giştî siyasetên abûrî yên dewleta Frasnayê jî lê zêde bû.

Dewleta Frasnayê di du qonaxan da ji plana ku bûye sebeba nerazîtiyan, paşve kişiyaye.

Tevî vê yekê rêberên organîzeker ên xwenîşandanan Êlekzeran wek berteka li hemberî van birtyarên dewleta Fransayê  gotiey ku ev paşvekişiyan têrê nakin û li ser dewama xwenîşandana xwe pêgirî kirine.

Yekîtiyên karker, Kamiyondar û Cotkarên Fransayê jî ragihandine ku wan dl hene li dijî siyasetên abûrî yên dewleta Makron derkevin nav kolanan û bikevin Grevê.