Kanûn 08, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Di bereberê dora nû ya xwenîşandanan, 278 Êlekzer li Parîsê hatin girtin

Nerazîyên fransî yên nasyar bi Êlekzeran li gorî soza xw eya pêşîn careka din ji bo xwenîşandanê am,ade dibin û di destpêkê da Polîsê Fransayê roja Şemiyê 8ê Kanûnê 278 kes ji wan girtine.

Li gorî rapora Reutersê, Polîsê Fransayê roja şemiyê ragihand ku 278 kes li bereberê dora nû ya xwenîşandana Êlekzeran li Parîsê girtine.

Li gorî vê raporê, Polîs  ji bo Şemiyeka din a  nearam amade bûye û derdora 8 hezar kes ji hêzên Polîs ji bo kontrola nearamiyan li vî bajarî bi ch bûne û hin navendên girîng ên bajêr û firoşfgeh jî hatine girêdanê.

Frank Rîstêr wezîrê Çandê yê Frasnayê jî ragihand ku şûnwarên geştyariyê yên Frasnayê ji wan Birca Îfêlê û Mûzexaneya Lovrê dê werin girêdan.

Xwenîşandana li Fransayê ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifa zêde li ser bihayê sotemeniyê dest pê bû; Lê piştra nerazîtîya li hemberî zêdebûna xercên jiyanê û bi giştî siyasetên abûrî yên dewleta Frasnayê jî lê zêde bû.

Dewleta Frasnayê di du qonaxan da ji plana ku bûye sebeba nerazîtiyan, paşve kişiyaye.

Tevî vê yekê rêberên organîzeker ên xwenîşandanan Êlekzeran wek berteka li hemberî van birtyarên dewleta Fransayê  gotiey ku ev paşvekişiyan têrê nakin û li ser dewama xwenîşandana xwe pêgirî kirine.

Yekîtiyên karker, Kamiyondar û Cotkarên Fransayê jî ragihandine ku wan dl hene li dijî siyasetên abûrî yên dewleta Makron derkevin nav kolanan û bikevin Grevê.