Kanûn 08, 2018 08:56 Asia/Tehran
  • Îro 36 rawestgehên mêtroyê li Parîsê hatin girêdanê

Dayra Veguhestin û Trafîkê ya Parîsa paytexta Fransayê ragihand ku ji ber xwenîşandana nepayî ya çalakên dijî sermayedarîyê li vî şarî, îro 36 rawestgehên mêtroyê hatin girêdanê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, Dayra Veguhestin û Trafîkê ya Parîsa paytexta Fransayê ragihand ku ji ber xwenîşandana nepayî ya çalakên dijî sermayedarîyê li vî şarî, îro 36 rawestgehên mêtroyê li gorî daxwaza Navenda Polîsan hatin girêdanê.

Li gorî vê raporê, Dayra Veguhestin û Trafîkê ya Parîsê herwiha ragihand ku rêya hatin û çûyîna 50 xetên otobusê jî dê bê guhertin an were girêdanê.

Xwenîşandanên li Fransayê di hefteyên vê dawiyê da bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifên zêdetir li ser sotemeniya şêlik dest pê bû.

Piştra ev nerazîtî li dijî zêdekirin xercên jiyanê û siyasetên abûrî yên dewleta Êmanoêl Makronê serokomarê Fransayê berfireh bûn û tevgera dijî Sermayedariyê (Capitalism) nasyar bi Êlegzeran pêk hat.

Dewleta Fransayê wek berteka li hemberî van nerazîtiyan di destpêkê da plana zêdekirina bac û xeraca li ser sotemeniyê bi qasî şeş mehan bi awayê demkî da rawestandin û roja Çarşemiyê bi tamî ev bername wêde bir.

Tevî viya, nerazîyan ragihandine ku dê roja Şemiyê ango îro xwenîşandana xwe bidomînin.