Kanûn 07, 2018 19:55 Asia/Tehran
  • Senatorê amerîkî: Trump li berevaniya ji Bin Selman şaşitiyê dike

Senatorê demokrate Amerîka Jeff Merkley got: Trump li berevaniya ji Bin Selman şaşitiyê dike.

Li gor rapora rojnama El-Qudsul-Erebî , Senatorê demokrate Amerîka û endamê komîteya peywendiyên derve yê meclisa Senaya vî welatî  Jeff Merkley bal kişande ser xebatên Donald Trump serokkomarê Amerîka ku dixebite desthebûna Bin Selman Welîehdê Erebistanê li kuştina Cemal Xaşoqçî rojnamevanê rexnegirê Seûdî veşêre got: Eva ku Trump dibêje Bin Selman kesekî başe bona firotina çek û sîlahên Amerîka bo Erebistanê loma li vê barê pişta Bin Selman Digire, siyasetekî şaş e.

Jeff Merkley nerezamendiya xwe li bara vê siyaseta piştevanîkirina Trump ji Bin Selman daye diyarkirin.

Cemal Xaşokci ku bi rexneyên xwe yên dijî desthilata Erebîstana Siudî dihat nasîn, di 2yê Cotmehê de ji bo karûbarên zewaca xwe ketibû Balyozxaneya Erebîstana Siudî ya li Stenbolê û piştî wê wenda bûbû.

Rejîma Siûdî  piştî 18 rojan ji ber zext û zora civaka navneteweyî neçar ma ku îtiraf bike ku Xaşoqcî di nav Konsolxanê de hatiye kuştin.

Li vê çarçovê de dozgeriya Siûdî bi weşandina daxuyaniyekê îtiraf kir ku Xaşoqcî piştî devûjeniya navbera wî û çend kesan û pevçûna fîzîkî li Konsolxana Erebistanê ya li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Berî vê yekê Rejîma Siûdî digot ku Xaşoqcî ji nav Konsolxanê derketiye.