Kanûn 07, 2018 19:10 Asia/Tehran
  • Lavrov: Pêwîst e Ukrayîn pêbendî rêketina Mîniskê be

Wezîrê karên derve yê Rûsiyayê got: "Pêwîst e Ukrayîn li bara kirîza rojhilata vî welatî pêbendî rêketina Mîniskê be".

Li gor rapora ajansa nûçan a Rûsiya El-Yewmê, Sergeyî Lavrov Wezîrê karên derve yê Rûsiyayê li press konferansa xwe ya li kêlega civîna wezîrên Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewrûpa got: "Kiyêv hertim dixebite ku rêketina Mîniskê binpê bike".

Lavrov destnîşan kir: "Pêwîst e Ukrayîn li bara kirîza rojhilata vî welatî  pêbendî rêketina Mîniskê be ta ku ev kirîza çêbûyî her çi zûtirkê çareser be".

Rêketina Mîniskê li Sibata sala 2015an li paytexta Bilarûsê û di bin çavdêriya serokkomarên Rûsiya û Ukrayînê hate îmzakirin.

Armanca vê rêketinê destpeydakirina rêçareyek ji bo çareserkirina kirîza rojhilata Ukrayînê ye.

Ji Sibata 2014an va ku darbeçiyên alîgîrê rojava bi sernixûnkirina dewleta wê çaxê ye Ukrayînê qudret girtine destê xwe, di navbera neyaran û hêzên dewletî şer û pevçûn çêbûye ku ji ber van şer û pevçûnan heta niha zêde ji 10 hezar kes hatine kuştin.

.