Kanûn 07, 2018 18:29 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên di navbera wezîrê karên derve yê Koreya Bakûr û karbidestên derecebilind ên Çînê

Serokkomarê Çînê ragihand ku Piken ji gel û dewleta Koreya Bakûr li riya geşatî û pêşketinên abûrî piştevaniyê dike.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Şî Cî Pîng Serokkomarê Çînê li hevdîtina xwe ya îro îniyê tev Rî Yong Ho wezîrê karên derve yê Koreya Bakûr got: "Pêwîst e du welat xebatên xwe bona berfirehkirina peywendiyên di navbera her du welatan zêde bikin".

Serokkomarê Çînê bilî diyarkirina rezamendiya xwe li bara çawaniya îcrabûna rêketinnameyên hevkariyê di navbera welatê wî û Koreya Bakûr bona damezirîna aşitiyê li navçê ragihand: "Peywendiyên di navbera du welatan ketine qonaxeka nû".

Rî Yong Ho wezîrê karên derve yê Koreya Bakûrî jî li vê hevdîtinê bilî gihandina peyama Kîm Cong Un rêberê welatê xwe bi serokkomarê Çînê got: Koreya Bakûrî li ser paqijbûna navçê ji çek û sîlahên navokî xwe sozdar dizane û dil heye bi Çînê va li ser damezirîna aşitî û ewlehiyê li navçê hevahengiyekî berfireh hebe.

Rî Yong Ho wezîrê karên derve yê Koreya Bakûrî herwisa tev hevtayê xwe yê Çînî jî gotûbêj kir.