Kanûn 07, 2018 17:49 Asia/Tehran
  • Zêrevanê Mafên Mirovan: Pêwîst e çavdêrên navnetewî li Erebistanê lêkolînê bikin

Saziya Zêrevanê Mafên Mirovan ragihand ku Pêwîst e çavdêrên navnetewî bona arxayînbûna ji saxlemiya zîndaniyên siyasî li Erebistanê, bi taybet jinan herin vî welatî û lêkolînê bikin.

Li gorî rapora telivîzyona El-Cezîrê Saziya Zêrevanê Mafên Mirovan bal kişande ser lêkolîna lezgîn li nav Erebistanê ragihand ku Erebistan pêwîst e lêkolînên bi bawer li bara rewşa işkencekirina girtiyên vî welatî, bi taybet jinan raber bike û kesên ku xebatkarên medenî li vî welatî işkence dikin, mehkeme bike.

Vê saziya navnetewî her wisa destnîşan kir: "Eger çavdêrên bêla û navnetewî li bara rewşa saxlemiya jinên girtî li Erebistanê arxayîn nebin, eva nîşana viya ye ku karbidestên Riyazê bi tundî û tûjî digel xebatkarên medenî reftarê dike".

Hatiye ragihandin ku Zêrevanê Mafên Mirovan raporek di ber destan da ye ku nîşan dide karbidestên Erebistanê kesayetiya 4-aran a xebatkarên medenî ku jineke işkence kirine.

Zêrevanê Mafên Mirovan nîgeraniya xwe da diyarkirin ku işkenceya jinên ku xebatên medenî li Erebistanê didomînin, hîn jî têne işkencekirin.

Saziya Efûya Navnetewî jî kutahiya hefteya bihurî nîgeraniya xwe li bara dewama serkutkirina xebatkarên siyasî, rojnamevan û xabatkarên zanîngehî li Erebistanê daye diyarkirin û ragihand ku işkencekirina zîndaniyan li Erebistanê hema hîn jî berdewam e.