Kanûn 07, 2018 17:45 Asia/Tehran
  • Işkesta dîrokî ya Amerîkayê li Civata Giştî ya NY li ewil salroja biryara Trump

Li ewil salroja biryara Trump li bara Qudsê, biryarnama pêşniyarî ya Amerîkayê dijî HEMAS`ê li Civata Giştî ya NY nehate pejirandin ta ku Nîkî Hêylî li rojên kutahiya memûriyeta xwe li NY rastî işkestek dîrokî were.

Nîkî Hêyîlî nûnera Amerîkayê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî hefta bihurî pêşnivîsa biryarnameyekê da Civata Giştî ya NY ku li vê pêşniyarqanûnê bilî mehkûmkirina berxwedana Filistînê û tawanbarkirina Hemasê bi kiryarên terorîstî , daxwaza zêdekirina zextûzorên ser filistîniyan kiribû.

Endamên Civata Giştî ya NY îro sibê dengê Na dane vê biryara Nîkî Hîlîyê û bi vê qirarê ev pêşniyara Amerîkayê nehate pejirandin.

Ji aliyê dinve Donald Trump serokkomarê Amerîkayê 6ê Kanûna sala 2017an li kiryarekî neberpirsane û neqanûnî Quds wekî paytexta Rejîma Siyonîstî da nasandin û ragihand ku baylozxana Amerîka dê ji Telavîvê bibe Qudsê.

Her çend ji vê biryara Trump salek derbas dibe lê endamên Civata Giştî ya NY bi dengê xwe yê îro carek din nîşan dan ku netenê neyarê vê biryara Trump serokkomarê Amerîkayê ne ku Rejîma Siyonîstî wekî rejîmeka cinayetkar dizanin.

Her li vê çarçîvê îro serê sibê xîncî viya ku endamên Civata Giştî dengê Na dane biryara nûnera Amerîkayê li NY, wan ji aliyê dinve dengê Erê dane pêşniyara Îrlendê ku ev pêşniyara dijî Rejîma Siyonîstî bû û di vê pêşniyarê da hatibû ku pêwîst e Rejîma Siyonîstî kutahiyê bide dagîrkirina erdên filistîniyan û dest ji bajarokçêkirina li erdên filistîniyan berde.

Tenê 5 endamên Civata Giştî ya NY ji wan Amerîkayê, Rejîma Siyonîstî neyartiya xwe tev vê biryara Îrlendê ragihandibûn ku eva nîşanek dine ji işkesta Amerîka li Civata Giştî.

Mesela Girîng ev e, Nîkî Hîlî nûnera Amerîkayê li NY herwisa ku li Kanûna 2017an gef li Civata Giştî ya NY xwaribû îro jî gef li vê saziya navnetewî xwar ku eger welatên endam dengê na bidine vê pêşniyara Amerîkayê, Amerîka dê alîkariyên xwe yên bo vê saziyê qut bike lê dîsa jî ev gefên Amerîkayê bê encam man û bilî viya ku welatên endamê Civata Giştî ya NY dengê na dane vê pêşniyara Amerîkayê, herwisa piştevaniya xwe ji gelê Filistînê ragihandin û eva rojek dîrokî bû bona berevaniya ji heq û mafê filistîniyan û işkestekî dîrokî bû ji bo Amerîka û Rejîma Siyonîstî.

Hemîd Beyîdînijad baylozê Îranê li Ingilîzê li Tewttek nivîsî: Rêxistiya Netewên Yekgirtî bi neyartiya tev biryarnameya pêşniyarî ya Amerîkayê bona mehkûmkirina HEMAS`ê, ji ber êrişên mûşekî ser Rejîma Siyonîstî carek din işkesteke giran dane Amerîka û Rejîma Siyonîstî, Nîkî Hêyîlî gotibû ku çaxê ew bona vê postê hatibû bijartin wê tişt ji NY nedizanî û tenê hedefa wê berevaniya ji Îsrayîl bûye û wisa diyare ku ew dê bi bîreweriyên tal ji NY here.

Civata Giştî ya NY navenda hiqûqî ya NY ye ji ber ku hemû endamên vê civatê dikarin li ser biryarekê dengê xwe bidin û tu welatek heqê Vetoyê tune loma em dibînin ku îdalet li nav vê Civatê pirtir dikeve berçavan.

Her ev babeta bûye sebeb ku ji 16 hetanî 30 Mijdarê 15 biryarnameyên dijî Rejîma Siyonîstî werin pejirandin û bi du biryarnameyên îro em dibînin ku li 3 hefteyan 18 biryarnameyên dijî Rejîma Siyonîstî hatine derxistin ku eva watedare yanî welatên cîhanê dijî siyasetên Amerîka û Rejîma Siyonîstî li erdên dagîrbûyî ne.

.