Kanûn 07, 2018 07:49 Asia/Tehran
  • NY dengê xwe neda pêşnivîsa biryarnameya Amerîkayê li dijî Hemasê

Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li civîna xwe ya berêvara Pêncşemiyê, 86 dengên Erê, 58 dengên Na û 33 dengên Bêla dane pêşnivîsa biryarnameya pêşniyarkirî ya Amerîkayê li dijî Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS).

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşnivîsa vê biryarnameyê diviyabû sê duyê dengên Civata Giştî ya NY yanî herîkêm 99 dengan bi dest bixe û ev serneketineka din ji bo Amerîka û Rêjîma Siyonîst bû.

Dewleta Amerîkayê çaverê bû ku li civîna Civata Giştî ya NY pêşnivîsa biryarnameyekê bide pesendkirin ku bi sebeba wê, kiryarên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) dijî siyonîstan şermezar bike.

Pesnednebûna pêşnivîsa biryarnameya Amerîkayê li civîna Civata Giştî ya NY nîşan da ku yekalîtîşopî û piştevaniyêînn giştalî yên Waşîngtonê ji siyonîstan nikare rê li ber aşkirakirina cinayetên Rêjîma Israîlê dijî filsitîniyan bigire.