Kanûn 06, 2018 18:31 Asia/Tehran
  • Zêdekirina bandora Euroyê, bersiva komîsiyona Ewrûpa bo derketina Amerîkayê ji rêketina navokî ye

Piştî derketina Amerîka ji nav rêketina navokî, Komîsiyona Ewrûpayê planek daniye bona bi hêz û îstemkirina nexş û rola Euro li cîhanê.

Li gor rapora Reutersê, Komîsiyona Ewrûpa duh çarşemê pêşniyar da ku bona bi hêz û îstemkirina rola Euro li danûstandinên navnetewî wekî diravê berdest (reserv) behre digre .

Hatiye ragihandin piştî ku Amerîka ji nav rêketina navokî derket, welatên ewrûpî bona ku bandora Dolarê Amerîka li ser danûstandinên tecarî yên cîhanê kêm bikin, dixebitin ku Euro pirtir li danûstandinên xwe yên tev welatên cîhanê bixebitînin.

Trump serokomarê Amerîkayê  heştê meha Gulana 2018` an  bi wekilandina tawanên pûç li dijî Îranê, derketina Waşengtonê ji rêketinama navokî û vegerandina  boykotên  navokî li dijî Îranê di 3 heya 6 mehên din raghand.

Brîtanya, Fransa, Rûsiya, Çîn, Almanya û Yekitiya Ewrûpayê jî wek aliyên rêketinnama navokî destnîşan kirin ku piştgiriyê didine vê havhatina navneteweyî.

Îranê û Koma 5+1ê ( Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn, Amerîka û Almanîyayê) di 14`ê Tîrmeha sala 2015`ê da rêketinameyek li bara bernama navokî ya Têhranê wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê di 16`ê Çileya sala 2016`an da destpê bû lê Amerîkayê bi caran ev rêketina navokî binpê kiriye.