Kanûn 06, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Mecron xwestekên neraziyan qebûl kir

Ji ber dewama nerizamendiyên li dij sermayedariyê li Fransayê hikûmeta vî welatî aqubet neçar ma dev ji plana zêdekirina sermalê (bêşê) berde.

Li gor nûçeya Reutersê, serokwezîrê Fransayê Édouard Philippe (Êduard Fîlîp) şeva çûyî got: Hikûmeta Fransayê plana zêdekirina bêşê ji bo mazotê ku berî viya ji bo şeş mehan hatibû rawestandin (cemidandin) bi tamî îbtal kir.

Hikûmeta Fransayê biryar dabû ku vê planê ji despêka sala 2019 bêxe meriyetê û ji bo her lîtreke gazoylê sedî 6.5 bêşê  lê girê de  û bihaya her lîtreke benzînê jî du dolar û 9 sentan zêde bike .

Berî vê yekê Senaya Fransayê ku li destê rastgeran de ye bi piraniya dengan plana zêdekirina bêşa mazotê ku biryar bû ji Çileya 2019 cih were, îbtal kir.

Eva sê heftene ku neraziyên siyasetên serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civîn û xwenîşandanan li dar têxin  û wan ji bilî daxwazên xwe yên aborî xwestin ku bila Macron îstîfayê bike.