Kanûn 05, 2018 20:07 Asia/Tehran
  •  Rawestandina endametiya Emerîkayê li peymana  INFê bi fermî hat raghandin

Dewleta Emerîkayê rawestandina endametiya xwe li INFê (Peymana hêzên navokî yên navînmezîl) bi fermî ji aliyê rûsî re ragihand.

 Li gorî rapora  IRNA`yê, Marya Zaxarova berdevka Wezarta karên dreve ya Rûsiyê roja Çarşemiyê di  nava koma  nûçegîhanan de got ku  Balyozxana  Emerîkayê li Moskowayê nivîsek derheq rawestandina  cihanîna  peymana  hêzên  navokî yên navînmenzîl (INF)  ji wezareta karên dreve ya Rûsiyê re şandiye.

 Li gorî gotina Zaxarovayê li vê nivîsarê hatiye: "Waşengton tevî rawestandina  cihanîna peymana  hêzên  navokî yên navînmenzîl, ger Moskowa naveroka  vê peymanê cih  neyne, piştî 60 rojan jê derdikeve".

Marya Zaxarova berdevka Wezareta karên dreve ya Rûsiyê got ku  Emerîka Moskowayê bi binpêkirina  peymana  INF`ê tawanbar kiriye lê tu belgeyek bo selimandina  îdiaya xwe raber nekiriye.

Marya Zaxarovayê destnîşan kir: "Rûsiye tevî sekinîna ser peymana  INF'ê wê tam cih tîne û aliyê emerîkî jî  baş heje vê meselê heye.

Berdevka Wezareta karên dreve ya Rûsiyê  wek berteka li hember dayîna moleta  60 rojî ya Emerîkayê destnîşan kir: "'Rûsiye bona muzakira li bara peymana  INF`ê û parastina wê amade ye lê ger Waşengton ji vê peymanê derkeve, Moskowa dê bertekê nîşan bide".

Peymana  hêzên  navokî yên Navînmenzîl (INF) 8 Kanûna 1987`an navbera rayedarên  Emerîka û  Sowiyeta berê hat îmzekirin.

Ev peymana  yekim hevhatina  bona kontrolkirina çekên navokî li cîhanê tê hesabê û li dawiya  dewrana şerê sar pir giringiya xwe heye.