Kanûn 05, 2018 08:27 Asia/Tehran
  • Tîrê Amerîkayê û hevpeymanên wê dijî Îranê li Konseya Ewlehiyê li kêvir ket

Civîna ne gelemperî ya roja Sêşemiyê ya Konseya Ewlehiyê derbarê Îranê ku li ser îsrar û pêgiriya Fransa û Brîtanyayê hat lidarxistin, bêyî tu encamekê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNAyê, Fransa û Brîtanyayê Duşemiyê bi şev bi şandina nameyekê bo Konseya Ewlehiyê ya NY daxwaza damezirandina civîna ne gelemperî ya vê konseyê ji bo hilkolandina mijara îdiayî ya ceribandina mûşekî ya Îranê kiribûn.

Mensûr El Etîbî nûnerê hertimî yê Kuwêytê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî vê civînê li nav nûçegihanan got: Tu hevdengîyek di navbera endamên Kosneya Ewlehiyê ya NY derbarê mijara îdiayî ya ceribandina mûşekî ya Îranê tuneye.

Nîkî Hîêî, Nûnerê hertimî yê Amerîkayê li NY beriya lidarxistina vê civînê ji Konseya Ewlehiyê xwestibû ku ceribandina îdiayî ya mûşekî ya Îranê şermezar bike.

Mayk Pêmpêo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Sêşemiyê bi şev îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê vê dawiyê mûşekeka navînmenzîl a Balistîk ceribandiye ku dikare kumikên cûrbicûr bi xwe ra rake.

Pêmpêo bêyî raberkirina tu cûre belgeyekê îdia kir ku ev ceribandin li dijî biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY bûye.

Li dû vê îdayê, Hevpeymanên ewropî yên Amerîkayê yanî Almanya, Fransa û Brîtanyayê jî tevî şopandina helwêsta Waşîngtonê, Komara Îslamî ya Îranê bi sûcê binpêkirina Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY tawanbar kirin.

Ev helahelaya hevaheng û hevdem a Amerîkayê û hevpeymanên wî welatî li halekî pêk hat ku Nebîle Masêralî, berdevka Berpirsa Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê pêştir ragihadibû ku ceribandinên mûşekî yên Îranê Lihevkirina Atomî binpê nakin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî Yekşemiyê bi şev wek berteka li hemberî vê îdiayê, xitabî wezîrê karên yê Amerîkayê got: Amerîkayê Îran bi sûcê binpêkirina biryarnameyekê tawanbar dike ku bixwe ew binpê kiriye.

Zerîf bi gotina vê yekê ku tu çaverêtiyeka dn ji Po,pêo tuneye, ji billî vê yekê ku Lihevkirina Atomî fam nekiribe, got: Kesên ku Lihevkirina Atomî nas dikin dizanin ku tu qedexetiya mûşekan li Lihevkirina Atomî tuneye.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand. Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Dora yekem a van boykotan ji roja 7ê Tebaxa 2018an va dest pê bû; Dora duyem jî ji roja 5ê Mijdara 2018an va kete qada cihanînê.