Kanûn 05, 2018 08:27 Asia/Tehran
  • Sênatora Amerîkî: Trump divê vegere Lihevkirina Atomî

Sênatora Dêmokrat ê parêzgeha Masaçosêta Amerîkayê roja Sêşemiyê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê "Ne berpirsiyarane" da zanîn û daxwaza vegeriyana bo vê lihevkirinê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Êlîzabêt Warrên (Elizabeth Warren), Sênatora parêzgeha Masaçosêtê tevî amajeya bi sozdariya Îranê derheqê Lihevkirina Atomî got: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê divê vegere vê lihevkirina navneteweyî; Ji ber ku Lihevkirina Atomî ji bo parastina aramiya li cîhanê pêwîst e.

53 kes ji rayedarên berê yên ewlehî, siyasî û leşkerî yên Amerîkayê jî vê dawiyê bi dayîna daxûyaniyekê daxwaza vegeriyana vî welatî bo Lihevkirina Atomî kiribûn.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê, 8ê Gulana 2018an, bi dubarekirina tawanên bêbingeh û pûç dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyana boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand. Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû. Dora yekem a van boykotan ji roja 7ê Tebaxa 2018an va dest pê bû; Dora duyem jî ji roja 5ê Mijdara 2018an va kete qada cihanînê.