Kanûn 04, 2018 20:38 Asia/Tehran
  • Mercel hewil dide nehêle balyozxanên ewrûpî bo Qudsê bên veguhestin

Serokwezîra Almanê Angela Mercel ji welatên ewrûpî xwestîye ku balyozxanên xwe veneguhêzin Qudsê.

Rojnama Jerosalim Postê ya Rêjîma Sîyonîst ji zarê rêvebirê Komîta Ji Bo Israyîlê Tomas Sandell li Berukselê nivîsî ku Angela Mercel bi rêya telefonê bi serokên ewrûpî nemaze welatên rojhilat û navenda Ewrûpayê ra di têkilîyê da ye ku wan ji veguhestina balyozxanên xwe ji Tel Avivê bo Qudsê wegerîne.

Sandell herwiha gotîye ku Mercel vî karî bi merema parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê dike.