Kanûn 04, 2018 19:26 Asia/Tehran
  • Nûnerên Talebanê û Zilmay Xelîlzad hevdem çûn Pakistanê

Hevdem digel gihîştina Zilmay Xelîlzad nûnerê Azmerîkayê li Efxanistanê bo Îslam Avaya paytexta Pakistanê, desteyeka syasî ya koma Talebanê jî gihîşte Pakistanê.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji Kabulê, Mêdyayên Efxanistanê zarê çavkaniyên agah li nav koma Talebanê ragihand:  Şêr Mihemed Ebas Sitankezî, Şehabedîn Dlawer, Ziya Rehman Medenî û Evdilselam Henefî ji ofîsa siyasî ya vê komê li Qeterê gihîştne Îslam Avayê.

Hêjayî gotinê ye ku Pakistanê ji bo destpêkirina pêvajoya Aştiya Efxanistanê desteya siyasî ya Talebanê li Qeterê vexwendiye Îslam Avayê.

Zebîhellah Mucahid berdevkê Koma Talebanê sefera desteya vê komê bo Îslam Avayê piştrast an red nekir.

Ev sêyemîn dora seferên navçeyî yên Xelîlzad ji bo xweşkirna rewşê bona gotûbêjên aştiyê tev Koma Talebanê ye.

Pêştir jî Talebanê daxwaza jêbirina navê vê komê ji lîsteya boykotên NY, azadkirina zîndaniyên vê komê û bifermînaskiirna ofîsa siyasî ya Talebanê li Dûhaya Qeterê kiribû.