Mijdar 10, 2018 08:33 Asia/Tehran
  • Amano: Îran pêbendî sozên xwe yên navokî bûye

Rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) careka din pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê pêbendî Rêketinama Atomî bûye.

Yokyo Amano di daxûyanîya dawîya 73`yemîn civîna Civata Giştî ya NY da ragihand ku Îran sozên xwe yên navokî anegorî Rêketinama Atomî cih tîne.

Rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê herwiha bi gotina vê yekê ku Ajans dê rastbêjî û çavdêrîya ser cihanîna sozên navokî anegorî Rêketinama Atomî bidomîne, dîyar kir ku pêwîst e Îran cihanîna tam a wan sozan bidomîne.

Rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê heta niha di 12 raporên xwe da pêbendîya Îranê li Rêketinama Atomî erê û piştrast kirîye.