Norwêjê firotina çekan bo Erebistanê rawestand
Dewleta Norwêjê wekî berteka li hemberî alûgurên êrişa Erebistanê ser Yemenê û dosîya kuştina Qaşiqçî, firotina çekan bo Rîyazê rawestand.
Li gorî rapora Kanala Al Jazeerayê, Wezîra Karên Derve ya Norwêjê Înê Marî Êrîkson ragihand: Dewleta Norwêjê digel rawestandian firotina çekan bo Erebistanê û ibtalkirina belgeyên têkildarî êv yekê, ji vir pê ve êdî dema belgeyên berê jî dirêj nake.
Wê herwiha got: Ev biryara heta dema nirxandina tam a alûgurên vê dawîyê li Erebistanê û rewşa Yemenê dê cih were.
Li gorî raporan, Norwêjê di sala 2017`ê di germegerma êrişa Erebistanê ser gelê yemenê de, bayê nêzîkî 5 milyard dolarî çek û rex firotine Erebistanê.
Şirketa Gemîçêkirinê ya Lorêsin a Almanê jî roja pêncşemê çêkirina gemîyên pêwîst ji bo garda perravê ya Erebistanê rawestand.
Parlimana Ewropayê jî hefteya buhurî di biryarnameyekê de êrişên hevalbendîya Seûdî-Imaratî ser Yemenê ku nêzîkî 4 sala ne didomin şermezar kirin û xwest ku firotina çekan bi rêjîma Seûdî bê rawestandinê.