13 kuştî li encama gulleavêtina bikuj li eyaleta kelîfurniyayê
Rayedarên polîsê Kalîfurniyayê ragahndin ku li encama gulleavêtina li vê eyaletê, 13 kes hatin kuştin.
Li gorî rapora kanala nûçan a RT` yê, rayedarên polîs li eyaleta Kalîforniyayê raghandin ku li encama vê gulleavêtinê ku çarşemiyê şevê li navendeke tefrîhî ya şevane li Thousand Oaks`ê qewimî, 13 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê, çarşemiyê şevê kesek bi çekeke nîv otomatîk li restûranê û navenda tefrîhî ya şevane ya Borderline Bar and Grill li Thousand Oaks navçeyek li derdora bajarê Losanclisê gulle avêt.
Li gorî gotina şehedan, kesê êrişkir, çekekî mezin gitûbû destê xwe û gaza hêsrrêj ber bi xelkê ve avêtiye.
Piştî vê gulleavêtinê, hêzên ewlehiyê yên derdora vê navçê bi cih bûye û ji xelkê xwestine ku hindî bikaribin neçin navça bûyerê.
Hîn tiştek li bara hegera vê gulleavêtinê û taybetmendî û armanca sebebkarê wê nehatiye weşandin.