Mijdar 08, 2018 15:18 Asia/Tehran
  • Press konferansa Trump li Koşka Sipî û gefxwarina li Demokratan û îhaneta li wan

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump got: Berbendên ser riya Kongera nû kêmtir in

Li gor nûçeya Reutersê, Trump duh li press kon feransa xwe piştî hilbijartinên Kongreyê yên dewra navîn li koşka Sipî got: Heke rê li ber dewleta wî bi xitime bi hetim sûçdarê vê yekê demokrat in.

Trump desnîşan kir ku hin wezîr û serokên wezaretan û postên kabîneyê tên guhertin û muhtemel e ku dewlet li ser dabînkirina bûdca çêkirina dîwarê ser sînor were bêkarkirin.

Serokomarê Amerîkayê herwiha got: Werxuya dike ku hilbijêrên amerîkî endamên Partiya Demokrat li Senayê ji ber rewş û şêwaza wan li rûniştinên lderheq êkolînên ser Bert Kavana dadwerê Dadgeha Bilind terbiyet kirin.

Trump herwiha endamên Partiya Demokrat li bara lêkolînên muhtemel li dijî dewleta xwe hişyar kirin û got: Ew dikarin vê lîstikê bikin, lê bila bizanin ku aliyê hemberî wan vê lîstikê baş dikare cih bîne.

Serokomarê Amerîkayê got: Dikare bi demokratan re ser diyarkirina qayide û qirarên medya civakî hevkariyê bike , lê bila ew bizanin ku diyarkirina van qayide û qiraran dikare bi ziyan bibe.

Trump herwiha got ku heke dadgeha bilind a Amerîkayê ser xêra bernama penaber û koçberên dema Barak Obama yên bi navê DAKA dengê xwe bide bi demokratan li demeke kurt de dikare lihev bike.

Demokratan li hilbijartinên Kongreyê ya Dewra Navîn li meclisa nûneran 219 kurdsî bi dest xistin û Komarxwazan jî 193 kursî, lê belê li Senayê demokratan 45 kkursî û komarxwazan jî 51sî qezenc kirin.