Mijdar 07, 2018 17:52 Asia/Tehran
  •  Demokrat bi dû zêdekirina eskerên Emerîkayê li Iraq û Sûriyê

Nûnerekî partiya Demokrat a Emerîkayê got: Ev partiya piştî serketina li hilbijartinên nav dewreyî bi dû zexta ser dewleta Emerîkayê bona xurtkirina eskerên xwe li Iraq û Sûriyê ye.

 Elyot Engil ku bi zûtirkê wek serokê komîta karûbarên  derve yê parlemana  nûnerên Emerîkayê tê bijatin, got: li warên  din  jî, mîna  Çîn û Îranê jî wer nayê xûyanê ku demokrat bikaribin siyaseta  derve ya dewleta Trump biguherin.

  Engil li hevpeyvîna bi  Reuters`ê re got: Yek ji bernameyên cidî yên demokratan piştî serketina li hilbijartinê, hilkolandina  peywedniyên navbera Emerîka û Rûsiyê ji wan lêkolîna  li bara  peywedniyên  ticarî yên mumkin û dijberiya berjewendiyên  navbera Donald Trump û Rûsiyê ye.

  Engêl ku ji djberên  cidî yên  hevhatina navokî bû her wisa got: Divê Trump li dû  parastina  hevkarî û peywedniyên nêzîk bi hevpeymanên  din ên sereke yên Emerîkayê ji wan endamên  Yekitiya Ewrûpayê be.

  Vî nûnerê  demokrat li bara  peywedniyên  Emerîka bi Erebistanê re jî got: Divê Waşegton siyaseta  piştgiriya ji Riyazê venihêre û ger siûdî piştgiriya Emerîkayê dixwezin, divê bala xwe bidin ser hin dilgiraniyên  vî welatî.

 Li hilbijartinên  nav dewreyî yên Emerîkayê ku roja  sêşemiyê 6 mijdarê hat lidarxistin, demokratan 2019 kursî û Komarxwaz 193 kursiyên  parlemana nûneran bi dest xistin.