Mogêrînî: Em ê gotûbêja bi Rûsiyê re li kêleka boykotan bidomînin
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê got: Ev Yekitiya dê gotûbêja bi Rûsiyê re li kêleka boykota vî welatî bidomîne.
Li gorî rapora Îtartasê, Federîka Mogêrîniyê, roja çarşemiyê li civîna bi xwendekaran re li Montrala Kanadayê li bersiva pirsekê li bara boykotên li dijî Rûsiyê û bûyerên têkildarî giştpirsiyê li nîvgirava Kêrîmê û tevlîbûna wê li Rûsiyê li sala 2014` destnîşankir: Peywendiyên Yekitiya Ewrûpayê û Rûsiyê tenê ev mijara nîne.
Mogêrîniyê her wiha got: Yekitiya Ewrûpayê li siyaseta ewlehiyê û derveyî ya xwe li mijarên mîna hevhatina navokî ya rêketina navokî bi Rûsiyê re hevkariyê dike û li hin babetên ku bêtifaqiya wan heye, gotûbêjê dike.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li bara peywedniyên navbera Rûsiyê û Yekitiya Ewrpûpayê li pişka enerjiyê got: Girêdayîbûna enerjiya ewrûpiyan bo gaza Rûsiyê zêde û Yekitiya Ewrûpayê li dû peydakirina hin rêçareyan bo zêdekirina curbicuriya enerjiya xwe ye.
Peywendiyên rojava û Mûskowayê ji sala 2014` an li mijarên mîna berfirehkirina nifûza eskerî ya NATOY` ê bi taybet Emerîkayê nêzîkî sînorên Rûsiyê l rojhilata Ewrûpa û qeyrana Okraynê aloz bûye.
Rûsiye tevî redkirina tawanên rojava li van mijarana, kiryarên tolhildanê wek berteka li hember boykotên Emerîka û Yekitiya Ewrûpayê cih aniye.