Mijdar 07, 2018 08:51 Asia/Tehran
  • Dawîn encamên hilbijartina navîndewreyî ya Kongreya Amerîkayê / Dêmokrat li Kongreyê û Komarxwaz li Sênayê li pêş in

Encamên seretayî yên hejmartina dengên hilbijartina navîndewreyî ya Amerîkayê nîşan dide ku Dêmokrat li Kongreyê û Komarxwaz li Sênayê li pêş in.

Mêdyayên amerîkî berbanga Çarşemiyê ragihandin ku heta niha 27 parlementer ji partya Dêmokrat û 25 parlementer ji Partiya Komarxwazan karîne derbasî meclisa nûnerên vî welatî anku Kongreyê bibin.

Li Meclisa Sênayê, encama rikeberiya li ser 8 kursî ji 35 kursiyan diyar bûye; Niha Dêmokratan bi giştî 31 kursî û komarxwaza sercem 41 kursiyên xwe hene.

Hilnijartina navîndewreyî ya Kongreya Amerîkayê roja Sêşemiyê ji parêzgehên rojhilatî yên Amerîkayê dest pê bû. Parêzgehên Kontakî û Îndiyanayê yekem parêzgeh bûn ku sindoqêîn dengan li wan hatin vekirin.

Biryar e li vê hilbijartinê çarenivîsa tevahiya 435 kursiyên meclisa nûneran û 25 kursî ji 100 kursiyên Meclsa Sêmnaya Amerîkayê were diyarkirin.

Encvamên rapirsînan heta beriya destpêbûna hilbijartinê nîşan dida ku Dêmokratan cîgeheka baş ji bo serdestiya li Meclis nûneran hene û Komarxwaz dê hema wisa desthilata meclisa Sênayê bigirin destê xwe.

Partiya Komarxwaz an Dêmokrat ji bo bidestxistina pirranuiyê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê divê ku herîkêm 218 kursî ji tevahiya 435 kursiyên vê meclisê bi dest bixin.

Serdestiya Dêmokratan li her yek ji du meclisên Kongreya Amerîkayê ji bilîî pêkanîna berbendan li warê pêşdabirina hin bernameyên bi gengeşe yên Donald Trumpê serokomarê vî welatî, rewşê ji bo hilkolandina dosyeyên siyasî, malî û exlaqî yên serokomarê Amerîkayê xweş dike. Li gorî hin pêşbîniyan heke Dêmokrat li hilbijartinê bi ser kevin, renge heta pêvajoya mehkemekirin  û xistina ber pirsê ya Donald Trump li Kongreyê dest pê bibe.

Mêdya û karzanên mijarên siyasî ragihandine ku hilbijartina 6ê Mijdara 2018an hilbijartina herî hestyar û çarenûssaz a navîndewreyî ya nîvsedsala vê dawiyê ya Amerîkayê ye.