Mijdar 07, 2018 08:35 Asia/Tehran
  • Almanya: Kiryarên pêwîst ji bo piştgiriya ji abûra Îranê li halê cihanînê ne

Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Hayko Mas roja Sêşemiyê tevî rexneya ji boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Têhranê, qala amadekariya kiryarêîn pêwîst ji bo piştevanya ji abûra Îranê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Almanyayê, Hayko Mas li civîneka digel nûçegihanan boykotên Amerîkayê li dijî Îranê kiryareka nedurust da zanîn û got: Em mijûlî xebata li ser hin rêkarên nû li Yekîtiya Ewropayê ji wan sazûkara malî ya taybet a SPV'yê ji bo dilniyabûna ji oparastina ticareta bi Îranê ra ne.

Hayko Mas lis er pêwîstiya parastina Lihevkirina Atomî pêgirî kir û got: Kiryarên pêwîst bi armanca girtin apêşiya alîkariya bo abûra Îranê li halê cihanînê ne.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Duşemiyê, 5ê Mijdara 2018an, navê 700 kes, kompanî, bank, firoke û gemiyên îranî li lîsteya xw eya boykotan zêde kir.

Serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi derketina ji Lihevkirina Atomî, careka din boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê vegerandin û gef xwar ku her welatekî ku kirrîna petrola Îranê bidomîne, dê were boykotkirin. Amerîkayê heta 4ê Mijdarê derfet dabû mişteriyên petrola Îranê ku asta kirrîna petrola Îranê bigihînin sifir.