Mijdar 06, 2018 20:30 Asia/Tehran
  • Rewşa mirovî ya penaberan li Yewnanistanê bikaresat e

Konseya Ewrûpayê, dilgiraniya xwe ya ji ber rewşa mirovî ya li kempên penaberan li Yewnanistanê diyar kir û xwest ku rewşa heyî biguhere.

Li gorî rapora malpera Europ Online`ê, Konseya Ewrûpayê, roja sêşemiyê li raporekê bal kişand ser bikaresatbûna rewşa mirovî ya kempên penaberan li Yewnanistanê û herwiha ragihand: Em ji Atênê dixwezin ta ku bi alîkariya welatên ewrûpî, rê ji bo guhertina rewşa kesên li van kempan xweş bike.

Li van raporan destnîşan hatiye kirin rewş li navendên qebûlkirina penaber û koçberan li Yewnanistanê pirr bikaresatir ji astê ye.

Li gorî ragihandina Konseya Ewrûpayê, nêzî 11 hezar penaber û koçber bêyî belge li navendên xwedîkirin û kivşkirina pênaseyê yên Yewnanistanê ne ku ev hejmar pirr ji asta zirûfên navendên hanê zêdetir e.

Konseya Ewrûpayê ji bilî welatên li ber berjewendiyê, ji saziyên navnetewî jî xwest ta ku ji bo lezandina kivşkirina rewşa penaberên li Yewnanistanê karekî bikin.

Yewnanistan yek ji rêyên herî girîng ên ji bo veguhestina penaberan ji Rojhilata Navîn û bakûra Aftîqayê bo bakûrê Ewrûpayê tê hesêb.

Ji nîveka sala 2016`an ve ku sînorên Meqdûniyê bi Yewnanistanê re hatin girêdan, bi hezaran penaber ku bona çûyîna bo Ewrûpayê xwe gîhanidine Yewnanistanê, li vî welatî asê mane.