Mijdar 06, 2018 18:08 Asia/Tehran
  • Hilbijartina dewra navîn li Amerîkayê destpê bû

Hilbijartina dewra navîn li Amerîkayê, bona bijartina endamên Meclisa Nûneran û Senayê destpê bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, hilbijartina dewra navîn a Amerîkayê, roja sêşemiyê 6`ê Mijdarê destpê bû û amerîkî bona bijartina 435 endamên Meclisa Nûneran û yek sêyê endamên Senayê, çûne li ber sîndûqên dengdayînê.

Tevî qanûnên curbicur li 50 eyaletên Amerîkayê, dengwergirtin wê heya 16 saet an berdewam be.

Hilbijartina derwa navîn di rwwşekê da destpê bû ku Donald Trump, serokomarê Amerîkayê di van rojên dawiyê de bona girtina pêşiya şikestê û piştgîriya ji berendamên Partya Komarxwaz, çû eyaletên curbicur.

Anegorî lêpirsînên her nû yên hilbijartinê, pêşbînî tê kirin ku Komarxwaz dîsan jî Senayê bigirin destê xwe lê Demokrat pirr bihêvî ne ku pirraniya dengan li Meclisa Nûneran bi dest bixin.

Li hilbijartina dewra navîn îsal, zêde ji 150 mîlyon kes şertûmercên dengdayînê hene û pêşbînî tê kirin ku asta beşdariyê anegorî dewra wek wê ya di sala 2014`an de (dewra berî ya hilbijartina dewra navîn) zêde bibe.

Siyasetmedar û karzanên meselên siyasî, hilbijartina dewra navîn a îsal (sala 2018`an ), bi awayekî giştpirsîna li ser karên Trump didin zanîn.