Cotmeh 13, 2018 18:50 Asia/Tehran
  • Co Baydên: Trump nirxên Amerîkayê hema davêje nav zibildankê

Alîkarê serokomarê berê yê Amerîkayê li êrîşa herî nû ya devk dijî Trump ragihand ku ew bi kiryarên xwe nirxên vî welatî davêje nav zibildankê.

Li gorî rapora Kovala Hillê, Co Baydên Alîkarê Barak Obamayê serokomarê berê yê Amerîkayê roja Îniyê li êrîşa herî tund dijî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li civînekê li bajarê Owîngsvîlê li Kontakiyê got: Wsa ku Trump amerîkiyan dide ber trranên xwe û navê wan xera dike, tenê nirxên Azmerîkayê dirijîne nav zibildankê.

Co Baydên ev gotin li civînekê bi nîşana piştevaniya ji Amî Mek Gras berendamê dêmokrat ê Hilbijartina Kongreyê anîn ziman.

Alîkarê serokomarê berê yê Amerîkayê li beşeka din a gotinên xwe ku dihat sêwiranduin ewê ji bo hilbijartina serokomartiyê ya sala 2020î bibe berendam, ev mijar derew zanî û got: Ez difikirim ku gellek kes li Partiya Dêmokrat hene ku dikarin li hemberî Trump ser bikevin.

Donald Trump û Co Baydên di mehên dawî bi caran ketine devûjeniyê,.

Co Baydên beriya viya û di meha Adaraê da jî got: Heke ez hevpola Donald Trump li xwendingehekê bûma. minê ji ber heqareta ku ew li jin û mêrên amerîkî dike, têra xwe lêbidaya.

Trump jî wek berteka li hemberî gotinên Baydên gotibû ku ew çi ji hêla bedenî û çi j hêla aqil va mirovekî lawaz e û tevî viya hema wisa gefa êrîşa fîzîkî li min dixwe, lê ezê visa wî bi giranî wî li erdê xim ku tevahiya rê bigîre.