Cotmeh 13, 2018 17:52 Asia/Tehran
  • Donald Trump û dubarekirina idiayên pûç li dijî Îranê

Serokomarê Amerîkayê careka din buxtanên pûç dijî Komara Islamî ya Îranê dubare kirin.

Li gorî rapora malpera Times-Aborîyê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh li koma hogirên xwe li eyaleta Ohayoyê, di çarçova hewildana lîstina bi raya giştî ya Amerîkayê re, careka din bi reşkirina Rêketinama Atomî ya digel Îranê idia kir ku destpêbûna serokomarîya wî, hêza navçeyî û navxweyî ya Îranê lawaz kirîye. 

Serokomarê Amerîkayê, di dewama idiaya xwe da got: Nêzî 4 mehan berî niha em ji vê rêketinama biwehşet (Rêketinama Atomî ya digel Îranê) vekişîyan û hûn dibînin ku li Îranê çi diqewime, bajar û kolan tevlihev in.

Donald Trump hevgavê vekişîna yekalî ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, hewildana sepandina zexta herî zêde ser Îranê destpê kir û hertim gelê Îranê ji bo ajawegêrîyê vedixwîne.

Trump ji hêla din ve bereberê hilbijartinên dewra navîn a Kongirê, bi seredana li eyaletên curbicur ên Amerîkayê lê digere dengên gel ser xêra berbijarên Partîya Komarxwaz bi dest bixe û di vê rêyê de mezinkirina destkevtên xwe û reşkirina Îranê wekî emrazekê ji bo lîstina bi raya giştî bi kar tîne.