Cotmeh 13, 2018 17:16 Asia/Tehran
  • Hejmara zarokên wendabûyî yên penaber li Almanyayê zêde bû

Hejmara penaxwazên kêmtemen li Almanyayê ku wenda dibin, ber bi zêdebûnê ye û ev di rewşekê da ye ku hejmara penaberên ku diçin Almanyayê, ev demek e ku ber bi kêmbûnê va diçe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Almanyayê, Holger Hofmen Serokê Civata Xêrxwaziyê ya çalak li warê zarokan li Almanyayê got ku rayedarên vî welatî derbarê çarenivîsa derdora 900 penaberên kêmtir ji temenê 14 salî li Almanyayê tu haya wan tune. Tevî viya ku hejmara zarokên wendabûyî di Cotmehê da ji 895 kesan gihîştiye 902an.

Hofmen her wiha got ku agahiyên nû hişyarker û pêgiriyek li ser vê yekê ye ku welatên Yekîtiya Ewropayê divê pişta penaberên kêmtemen bigirin.

Hofmen got ku komên çete û şerût li seranserî parzemîna Ewropayê li halê zêdebûnê ne û hewil didin ku penaberên kêmtemen han bidin ku îmkanêîn fermî yên piştgiriyê qebûl nekin û b vî rengî gellek ji wan dibin goriyên babetên zayendî an qaçaxçiyên mirov û madeyên hişber an wan han bidin ku parsekiyê bikin.

Serokê Civata Xêrxwaziyê her wiha got: Tevî vê yekê kiryarên pêwîst ji bo girtina pêşiya kiryarên visa li Almanyayê ji ber nebûna agahiyên pêwîst derbarê vê yekê ku çawa û çima zarok wenda dibin, kêrhatî nebûne.

Qeyrana koçber û penaberan li pey siyasetên destwerdanê yên welatên rojavayî li Rojhilata Navînê û Bakurê Afrîqayê di salên dawî da welatên ewropî girtiye ber xwe.

Kêşe û nakokiya kûr a van welatan li warê siyasetên têkildarî penaberan li civîna serokên Yekîtiya Ewropayê di Hezîrana 2018an da tam hat xûyanê.