Cotmeh 13, 2018 16:41 Asia/Tehran
  • Bi dehan endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Efxanistanê hatine kuştin

Li operasiyona hewayî ya artêşa Efxanistanê dijî grûpên terorîstî li navçên curbicur ên vî welatî bi dehan endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Efxanistanê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta berevaniya Efxanistanê li daxûyaniyekê ragihand ku li 24 saetên bihurî , hêza hewayî ya artêşa vî welatî li 197 operasiyonên dijî terorîstan li welayetên Qeznî,. Hilmend, Faryab, Cozcan, Loger, Xust, Nengerhar û Meydan Werdekê, 39 terorîstên DAIŞ`ê kuştin û 16 terorîst jî birîndar kirin.

Li gorî vê nûçeyê , çend fermandarên mezin ên terorîstan ji wan Mewlevî Neqîbullah, Mewlevî Ebdulrehman nasyar bi Mewlevî Seyîfulrehman, Mewlevî Semed û Mewlevî Sîdullah di nav kuştiyan da ne û van terorîstan dixwestine hilbijartina parlemanî ya Efxanistanê li 20 Cotmehê aloz bikin.