Senatorên fransî bo piştgiriya ji Îranê piştgirî dan xurtkirina Euro'yê
Senatorên fransî daxwaza xurtkirina Euroyê li hember dularê bona piştgiriya ji Komara Îslamî ya Îranê kirin.
Li gorî rapora televîzyona France 24`ê, Jan Bîze, senatorê Komarîxwaz û Fîlîp Bonkar senatorê rastê navîn ê Senaya Fransayê bi weşandina daxûyaniyekê daxawza pêkanîna bernameyeke taybet a aborî û xurtkirina rola Euroyê bona derbasbûna ji boykotên Emerîkayê û dewama hevkariyên ticarî-aborî bi Îranê re kirin.
Du senatorên fransî li daxûyaniya xwe ser pêwîstiya pêkanîna nijyareke serbixwe ya ewrûpî jî sekinîn ku bikarbe mişêwirê bide şîrketên ewrûpî bi taybet şîrketên biçûk û navîn bo ticareta bi Îranê re .
Her wiha Jan Bîzê û Fîlîp Binkar li vê barê ji Yekitiya Ewrûpayê xwestin ku bi pêkanîna saziyeke taybet li avahiya vê yekitiyê li Brukselê bona rawestana li ber talûkeyên li encama boykotên Emerîkayê û piştgiriya ji hevkariyên şîrketên ewrûpî bi Îranê re pêngavekê rakin.
Midehek berî niha Brono Lomer wezîrê darayiyê ya Fransayê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka nikare li bara hevkariya ticarî ya Ewrûpayê bi Îranê re biryarê bide û got: "Boykotên Waşengtonê li dijî Îranê derfetek e ku ewrûpî saziyên aborî yên serbixwe yên taybetî xwe pêk bînin".
Derketina Trump ji rêketina navokî rastî dijberiyên tund ên ewrûpiyan hatiye.
Brukselê bona rawestana li ber boykotên Trump "Qanûna Berbendçêker" bi roj kir da ku şîrketên ewrûpî ku bi Îranê re hevkariya ticarî dikin li hember boykotên Waşengtonê biparêze.
Yekitiya Ewrûpayê her wiha biryar e heya heftiyên tê bernameyek teze bo dewama danûstandinên bankî yên qanûnî bi Îranê re li hemberî boykotên aborî yên Emerîkayê çêbike.