Cotmeh 10, 2018 19:03 Asia/Tehran
  • Rexneya Bêrnî Sendêrz ji piştgîriya Trump ji qanûna rakirina çekan

Sênatorê serbixwe yê amerîkî ji eyaleta Wermontê, piştgîriya serokomarê vî welatî ji qanûna rakirina çekan rexne kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Bernie Sanders (Bêrnî Sendêrz) sênatorê eyaleta Wermontê, got: "Baştir ev e ku Trump, serokomarê Amerîkayê, dewsa ku ji bo çekên ku bona kuştina xelkê hatine amadekirin, pere xerc bike, vê pereyê ji bo parastin û hişyarbûna xelkê vî welatî xerc bike".

Sênator Sendêrz, li rûpela xwe ya fermî ya Twiterr`ê nivîsî: "Cîhan hemî salê bi giştî 1.7 Trîlyon dolaran ji bo artêşê xerc dike. Xercê di salê de yê ji bo bidawîanîna hejariyê di mideha 20 salan de, 175 mîlyar dolar e ku nêzî  sedî 10`ê gişt vê astê ye ku cîhan ji bo çekan xerc dike".

Donald Trump serokomarê Amerîkayê, piştgirê herî mezin ê lobiya çekan li Amerîkayê ye û hertim pişta berjewendiyên berhemhîner û bazirganên çekan li vî welatî digire.

Di salê de bi hezaran kes di encama gulleavêtinê li navçeyên curbicur ên Amerîkayê de têne kuştin yan jî birîndar dibin.

Nifûza lobiya bihêz a çekan li dewlet û Kongireya Amerîkayê bûye sedem her cure xwesteka çînûqatên curbicur ên gel ji bo danîna qanûnên dijwar ên li ser xwedîkirin û rakirina çekan li vî welatî, bê encam bimînin.